Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê III

li parêzgeha Duhokê / Herêma Kurdistana/ Îraqê li 28-29/10/2011

        KONGRÊ"ROJÊN TENDIRUSTI  YÊN

MEZOPOTAMIYA" YÊ III.

 

 

Hemî pîşeyên hêja:

Li destpêkê min divê germtirin pîrozbahiya pêşkêşî lijna rêxistina herdu kongirênDr. Abdullah Saeed Abdullah êkê û duwê bikim li Diyarberkir û bi derfet dibînim rabigehînim ku kongrê siyê dê li bajarê Duhokê, Herêma Kurdistana Îraqê hête encamdan.

Gongirê êkê yê rojên tenduristî yên Mezopotamyayê li çirya êkê ya sal 2009 ê, hatîbû sazdan û yê duwê li çirya êkê ya 2010 ê, li bajarê Diyarbekir ku gelek hevalan li seranserî cihanê peşdarî têde kirîbû. Ev e bû cara êkê bû ku peşdarbûn û gengaşe bi zimanê kurdî ji layê hevalan di kongirê de dihate kirin, zêdebarî pişikdrên dî bi zimanê ingilîzî û tirkî. Em pir hêvîne ku sazdana van cûre kongira rol hebit bo pêşvebirina zimanê kurdî û gehandina wî bo astekê ji hejî di nav zimanên dî yên cîhanê de, bi pêşvebiran zimanê kurdî di warên zanistî yên cida cida de dê pitir nasnama neteweyî ya kurdî bi hêz bikeve.

Li domahîka kongrê duwê li Diyarbekir pişikdara pêşniyarkir ku ev kongire berdewam salane bihête sazdan û biryarda ku kongirê siyê li Herêma Kurdistana / Îraqê bihête sazdan.

 Peyama kongirê siyê yê rojên tenduristî yên Mezopotamyayê sê mijarin:

1- mikumkirina peywendiyên civakî û tûra peywendiyan di navbera nûjdarên kurd û hevalên wan li seranserî cîhanê

2-bi hêzkirina rolê zimanê kurdî di warê saxlemiyê û warên dî yên zanistêpizîşkî.

3-dest bi danana planekê bo pêkguhorîna pêzanîna û nûwiyatî û pêşveçûna di warên saxlemî û pizîşkî de.

 

 Dirûşmê kongrê rojên tenduristî  yên Mezopotamya yê lll:

( Bi hêzkirina peywendiyên civakî di navbera nûjdarên kurd de û bikarînana zimanê kurdî di warên pizîşkî de.)

Kongre bi xêrhatina peşdarbûya dike bo pêkguhorîna pêzanînên giring û vekolînên xwe li dor tewerên serekî yên kongreyî ku birîtîne li (nexweşiyên demarên xwînê, saxlemiya deronî, rûdan û nûjdariya tengaviya û veşiyandina nûjdarî.)

Ez wek serokê kongreyî serbilindim bi daxwazkirina hewe bo peşdarî di kongirê siyê yê rojên tenduristî yên Mezopotamyayê ku dê li parêzgeha Duhokê / Herêma Kurdistana/ Îraqê li 28-29/10/2011 ê, hête sazdan. Em yê li hêviya piştevani û peşdarbûna hewe di vî kongreyî de û dê dikeyfxweşbîn bi dîtina hewe li bajarê Duhokê.

 

 

 

Di gel rêz û hirmetên min

Dr. Ebdilla Seîd Ebdilla

Serokê Kongrê siyê yê Rojên Tenduristî  yên Mezopotamya yê.

17 î gulana 2011 e / Duhok.